ŞEHBA – Bi dehan endamên Kongra Star û endamên sazî û dezgehên herêma Efrînê li ser rêya navçeya Ehrezê kom bûn û dest bi meşê kir.
Çalakvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîd Sakîne Cansiz, şehîd Fîdan Dogan û şehîd Leyla Şaylemez hildan.
Meş li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê rawestiya û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sûreye Hebeş axivî û got: “Îro şoreşa me mezin dibe û hemû jinên cîhanê ên ku tev li vê şoreşê dibin, em ê piştgiriya wan bikin û em nahêlin komkujiya li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê pêk hat, careke din dubare bibe.”
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefe Hisên jî axivî û got: “Hemû hêza ku îro di hundirê her jineke Kurd de ji berxwedana Sakîneyan tê. Em heya dawiyê soza şopandina rêya Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez didin.”
Meş bi dirûşman bi dawî bû.