ŞEHBA – Di dîroka 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê bi destê Omer Guney û planên dewletê komkujî pêkhat. Di nava komkujiyê de sê jinên leheng û şoreşger ve hatin şehîd xistin. Piştî şehadeta Rêheval Sara, Rojbîn û Ronahî ve li her derê dengê têkoşîna wan bilind bû, û heya niha gel û jinên kurd li ser xeta wan têkoşîna xwe didomînin. Di roja îro de bîranîna van şehîdan û soza bilind kirina têkoşîna wan bê navber didome.
Îro jî li Kantona Şehbayê Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo salvegera şehadeta Şehîd Sakîne Cansiz û rêhevalên wê, semîner û sinevizyon li ser jiyana şehîd Sakîne hate li darxistin. Di nava nîqaş û nirxandinan de bûyera komkujiya Parîsê hate vekirin, di nav de jî diyar bû ku berxwedan û têkoşîna şehîd Sakîne û hevalên wê ve ji bo civaka kurd îro bûye xeta azadiyê. Bi taybet ji bo jinên ciwan û tevahî jinên azadîxwaz xeteke nû ye.
Herî dawî bi silogana “Şehîd Namirin” Semîner û pêşkêşkirina sinevizyonê bi dawî bû.