QAMIŞLO – Jinên ciwan ji bo salvegera şehadeta Şehîd Sakîne û rêhevalên wê meşek li darxistin.
Meşa ku ji Amûdê destpêkiribû û li Qamişlo li ber Medîne Şebap bi dawî bû. Li pêşiya Medîne Şebabê jinên ciwan ji aliyê gel ve bi meşeleyan hatin pêşwazî kirin. Di dawiya meşê de ji aliyê berdevika Tevgera Ciwanên Şoreşger ji aliyê Newroz Serêkaniyê ve daxuyanî hate dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê Newroz Serêkaniyê ve hate dayîn wiha ye;
“Ji van êrîşan li ser jinên ciwan dixwazin îradeya me jinan bişkînin, dixwazin me dûrî fikir û felsefeya Rêbertî bixin. Lê bila baş bizanibin ku bi şehadeta van hevalan re îradeya me neşikest. Tam berovajî hêz û îradeya me xurtir bû. Ji ber vê jî me weke Yekîtiya Jinên Ciwan dest bi hemleyekê kir, Hemleya Tolhildanê. Banga me jî ji hemû jinên ciwan re tevlî hemleya ‘Tolhildanê’ bibin, bila xwîna şehîdên me li erdê nemîne. Ji bo ku tola şehîdên me were hildan tevlî hemleya ‘Tolhildanê’ bibin.”
Li ser Hemleya bi navê “Tolhildan” ya ku armanca wê tolgirtina şehîdan û hesab pirsîna ji dagirkeran hate îlan kirin, meşa jinên Ciwan bi siloganan bi dawî bû.