WAN – Dewleta Tirk a dagirker bi gelek rêbazên şerê taybet ên weke tiryak, fuhûş û destavêtinê polîtîkayên xwe yên qirêj ên li ser ciwan û jinên ciwan her diçe didomîne.
Li hemberî vî şerê qirêj ê dewleta Tirk a dagirker, ciwan û jinên ciwan bi çalakiyên xwe bersivê didin.
Şeva borî Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Egîd Civyan li dijî mekana tiryakfiroş û vexwarinên tiryakê çalakiyek li dar xist. Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Egîd Civyan ragihand ku Wan li Taxa Koyiçî ya navçeya Edremîtê li dijî cihê tiryakfiroş û cixarekêşan çalakiya molotof li dar xist.
Yekîneya tolhildanê got ku ew ê firoşkarên narkotîkê bikin armanc û cezabikin.