ENQERE – Komek faşîst li ber avahiya Zanîngeha Enqerê êrîşî 3 ciwanên Kurd kirin û di nav de Îsa Kok ê berî niha jî rastî êrîşa faşîstan hatibû heye. Faşîstan rê li pêşiya 3 ciwanên Kurd ên li ber Zanîngeha Enqerê re derbas dibûn girtin û ciwanê bi navê K.Y bi kêrê birîndar kirin.
Ciwanê bi navê K.Y ê bi kêrê birîndar bû rakirina nexweşxaneyê. Hate zanîn ku birîna K.Y kêlî hatine danîn û herdu ciwanên din jî bi sivikî birîndar bûne. Polîsên hatin cihê bûyerê koma faşîst û ciwanê Kurd ê birîndar bûne D.U û M. U birin Midûryeta Polîan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekî. Li vir îfade hatin girtin û lê tu kes nehatin destgîrkirin. Piştî îfadeyê polîsan bi hinceta “Bila bûyer çênebe“ koma faşîst birin Midûryeta Polîsan a Esat.
Ciwanên Kurd ên rastî êrîşê hatin li Midûryeta Polîsan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekî tên girtin.