NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro ragihand ku di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şervanekî wan şehîd bûye.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û ewlehiya wê têk bibe. Ji ber wê gundan bi awayekî bêserûber topbaran dike û bi dronan sivîlan dike hedef.
Hêzên me li hember wan êrişan li ber xwe didin û gelek hewldanên dagirkirinê li gundewarên bajarokên Zirgan û Til Temirê heta bigihêje rojavayê gundewarê Girê Spî û derdora bajarokê Eyn Îsa, Kobanê û gundewarê têk birin.
Di wê berxwedanê de, hevalekî me şehîd bû.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Egîd Gerzan
Nav û paşnav: Ehmed Silêman
Navê dayîkê: Fatma
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dirbêsiyê 1-1-2000
Cih û dîroka şehadetê: Herêma Firatê 5-1-2022
Em sersaxiyê ji malbata şehîd Egîd Garzan re dixwazin û soz didin ku armancên şehîdan pêk bînin.”