ANTALYA – Hat diyarkirin ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a li Antalyayê nû hatiye çêkirin zêde bûne. Harûn Olmez ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi telefonê bi kekê xwe Melîk Olmez re axivî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Harûn Olmez, bi lêv kir ku beriya 7 mehan ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin, anî ziman ku ji roja ewilî heta niha rastî binpêkirinên mafan tên û rêveberiya girtîgehê şûna pirsgirêkan çareser bike pirsgirêkan derdixe. Harûn Olmez, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi gotina “Li hemberî me li ser piya bisekinin, em amirên we ne” rêya diyalogê girtiye û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê tu pirsgirêkên wan çareser nekirine.
CEYRANÊ DIBIRIN
Harûn Olmez, dazanîn ku rêveberiya girtîgehê bi girtiyan 30 deqîqe hevdîtinê dide kirin, nanê ku grama wan kêm e didin wan û bi lêv kir ku ceyrana girtiyên ku nikarin heqê ceyranê bidin, tên birîn. Harûn Olmez, anî ziman ku girtiyên ku cezayên wan xelas bûne, berdana wan bi awayekî keyfî tên astengkirin. Harûn Olmez, destnîşan kir ku li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî çalakiya deng derxistinê li dar xistine û bang kir ku hemû beşên civakê têkildarî rewşa girtiyan bikevin nava tevgerê.
Kekê Harûn Olmez Melîk Olmez diyar kir ku zextên zêde li girtiyan tên kirin, ji ber bêderfetiyan nikarin ji Şirnexê biçin Antalyayê û xwest binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin.