BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê lis er êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Artêşa Tirk a dagirker ku hêviya xwe bi vê bombardûmanê ve girê daye, heta niha ti encam bi dest nexistiye. Agahiyên li ser êrişan wiha ne; ku tiştek bi hêzên me nehatiye:
7’ê Çileyê saet di navbera 16:20-17:30’î de li qada Kalatuka ya herêma Qendîlê, gundê Şêxan 2 caran û qada Kozîne jî carekê bi balafirên şer hatin bombekirin.
8’ê Çileyê saet di 15:30’î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer hate bombekirin.
9, 10 û 11’ê Çileyê li herêma Zapê qada Gundê Fileha, Girê Cûdî û Girê Amediyê bi balafirên şer 6 caran hatin bombekirin.
9’ê Çileyê saet di 14:10’an li herêma Xakurkê qada Goşîne bi balafirên şer hate bombekirin.
9’ê Çileyê saet di navbera 13:00-14:00 de li herêma Zapê qadên Karker û Saca bi balafirên şer hatin bombekirin.
10’ê Çileyê saet di 10:00 û 11’ê Çileyê saet di navbera 09:00-09:30’î de li herêma Metînayê qada Girê Heqarî 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
10’ê Çileyê saet di 10:00 de li herêma Zapê qada Girê Şehîd Şahîn bi balafirên şer hate bombekirin.
12’ê Çileyê saet di 10:16’an li herêma Zapê qada Gundê Fileha û qada Girê Bahar bi balafirên şer 2 caran hatin bombekirin.
12’ê Çileyê saet di navbera 10:30-11:00 de li herêma Xakurkê derdora Ava Lolanê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.
12’ê Çileyê saet di 09:00 de li herêma Zapê qada Kunîşka bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.
9’ê Çileyê saet di navbera 14:30-17:30’î de û 10’ê Çileyê saet di navbera 17:00-18:00 de li herêma Zapê qadên Gundê Fileha, Girê Cûdî, Geliyê Kesk û ŞehÎd Şîlan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.
5’ê Çileyê saet di navbera 19:45-21:30 û 8’ê Çileyê saet di navbera 18:45-22:00 de li herêma Avaşînê li ser qada Mervanosê helîkopter geriyan.
9’ê Çileyê saet di navbera 19:20-20:00 de li herêma Avaşînê li ser qadên Basya û Mamreşo helîkopter geriyan.”