MEXMÛR – Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya nava salê.
Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ketin betlaneya nava salê. Xwendevanên her Pênç dibistanê Dayîkê, her car dibistanê Sertayî, dibistanek Navîn û dibistana Amadeyî karnameyên xwe girtin û ketin betlaneya navbera salê.
Beriya karnameyên xwendevanên Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan werin dayîn bi merasîmekê sîrûda netewî hat xwedin. Piştî xwedina sîrûdê li ser navê Rêveberiya dibistana Şehîd Jiyan ya Navîn Mamosta Mihemed Bîlen li ser girîngiya perwerdê axîvî.
Mihemed Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Sara de tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Wek xwedevanên Rêber Apo, ku ji were gotibû hûn pêşeroja Kurd û Kurdistanê ne. Em minetdariya xwe ya li hember Rêbertî û şehîdên azadiya Kurdistanê tînin ziman û bejna xwe li hember berxwedêrên li serê çiyayên Kurdistanê ditewînin. Xwendevanên hêja ji bo ku mirov serbikeve divê di hemû aliyan de xebat bike. Em hêvîdarin hûnê di dema du ya xwendinê de serkeftîbin. Bi exlaq û kesayetekî hîn mezintir ku bibin layîqê Rêbetî. Li ser vî bingihî em di jiyana we hemûyan de serkeftinê dixwazîn.”
Piştî axaftina Bîlen belgeyên xwendevanên pileya yekemîntî girtîn, ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçam, Dayîka Şehîd Rojbin Yeman, Zehra Yaman û Mamosta Evdî Yeman ve hatin dayîn.
Merasîm bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.