ATÎNA – Bi pêşengiya TCŞ’ê li Atînayê standa 3 rojan hat vekirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Atînayê, li Meydana Stegma ya li tenişta Meclîsê, bi daxwaza derxistina PKK ji lîsteya rêxistinên terorê standa 3 rojan li dar xist.
Di çarçoveya kampanyaya ku bi armanca derxistina PKK’yê ji lîsteya rêxistinên terorê ya ku tê plankirin heta meha adarê dewam bike da, ji gelê Atînayê jî îmze bên berhevkirin.
Endamên TCŞ’ê jî diyar kirin ku yek jî armanca xebatên standê ew e ku balê bikşînin ser zext û îşkenceya li girtiyên siyasî yên di demên dawî de li TC’ê dîl tên girtin.