EFRÎN – Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ragihand ku istîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roja çarşemê 3 welatî ji gundên Qujîma Qurbê yên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.
Çavkanî diyar kir ku navên kesên hatine revandin wiha ye: Ferhad Mihemed (50) ji gundê Qujîma ye û Henan Mihemed Mûsa (57) û kurê wî Beşar Henan Mûsa (25) jî ji gundê Qurbê ne.
Li gorî çavkanî, istîxbaratê ew kesên revandî birin navenda xwe ya li bajarê Efrîna dagirkirî.