ŞEHBA – Bi sedan endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî bi meşekê fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şehîd Zerdeşt Şengalî ku di 15`ê Çileya 2020`an de, di encama êrişeke droneke dewleta Tirk a dagirker de hatibû şehîdxistin, bi bîr anî.
Meş li gundê Babinis ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ket.
Meş li qada stada Babinisê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî Esad Seydo û Xedîce Hemo daxuyaniya yekitiyê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Civaka êzidî, ji kevntirîn civakên Mezopotamyayê ye. Herî zêde rastî qirkirinan û koçberiyê hatiye. 74 ferman li dijî wê ji aliyê dewleta Tirk û Împaratoriya Osmanî ve pêk hatine, herî dawî jî komkujiya DAIŞ`ê ya sala 2014`an.”
Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) êzidî ji komkujiyê xilas bûn, Rêveberiya Xweser ava kir, meclisên xwe, rêveberiyên sivîl û YBŞ bi pêşengiya Zerdeşt Şengalî ava kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk kesayet û fermandarên êzidî kirin hedef û di encamê de fermandar Zerdeşt Şengalî şehîd bû.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da û bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinan kir ku li hember êrişên li dijî gel bê deng nemînin.