NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên bi ser Îranê ve li herêma sînor a Banê li komeke kolberên ku bazirganî dikrin reşand.
Li ser vê Mêhran Rehmanî ê 24 salî ku ev 2 salan zewicîbû hate kuştin, Brahîm Rehmanî yê 45 salî birîndar bû.
Diyar bû ku du kolber jî ji gundê Menîclan a Banê ne.
Hate ragihandin kolberên bi navê Barzan Mîhendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd ên ji Mirgevera Ûrmiyeyê çûne herêma Şepeta Gerdî ya Şemzînana Colemêrgê. Ji ber ku herêm cihekî bilind e û berf zêde bariyaye, têkiliya bi 3 kolberan qut bûye. Şêniyên herêmê ji bo lêgerîna kolberan ber bi sînor ve meşiyan lê piştî lêgerîna bi saetan jî kolber nehatine dîtin.
Şêniyên herêmê vê sibehê jî dest bi lêgerîna kolberan kir.