NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên destnîşan kir ku Peymana 9’ê Cotmehê planeke şerê taybete û got: “Tişta ku birêz Ocalan dibêje Rêveberiya Xweser jî dibêje. Em êrişî tu kesî nakin, lê dema êrîşî me were kirin jî emê li ber xwe bidin.”
Li Şengalê ezmûna Rêveberiya Xweser xwedî dîrokeke kurte, lê bi berxwedan û têkoşînê dagirtî ye. Cara yekem di 14’ê Çileya 2015’an de bi navê Meclîsa Avaker a Şengalê bingeha xweseriyê hate danîn ku di wê demê de şer û pevçûneke gur bi çeteyên DAIŞ’ê re berdewam bû. Ango gava destpêkê di nav rewşa fermanê de hate avêtin û ev 7 salin jî bi têkoşîn û berxwedaneke mezin xwe gihandiye roja me.
Di salvegera avabûna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, nîqaş û nirxandinên berfireh li ser parastin û pêşxistina vê pergalê têne kirin. Her wiha hewldanên hikumeta Kazimî, PDK û dewleta Tirk a dagirker jî ji bo hilweşandina vê projeyê berdewamin. Derbarê vê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ji ajansa me re axivî.
‘Gelek qonaxên hesas hatin derbaskirin’
Azad Hisên destpêkê bibîrxist ku Meclîsa Avaker a Şengalê bi ked û fedekariya şehîdan û di rojên giran de hatiye avakirin. Hisên dibêje, 7 sal derbas bûn, di nav van salan de ji şehîdê yekem heya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel berdêlên giran hatin dayîn, gelek qonaxên hesas hatin derbaskirin.
Azad Hisên bi taybet balkêşa ser dijbertiya PDK’ê ya li Şengalê û helwesta civaka Êzidî: “Ji dema ku PDK’ê xençera îxanetê li pişta me da û heya îro, civaka Êzidî rabû ser xwe û şerekî bênavber a dîplomasî, siyasî, leşkerî li hemberî dijmin da meşandin. Meclîsa avaker li ser çi esasî hate damezrandin; êdî cihê îxanetkaran li ser vê axê nemaye. Rêveberiya Xweser li ser wê esasê kar dike ku êdî xwe birêve bibe.”
‘Planek taybete’
Azad Hisên li ser plan, êriş û konsepta li ser Şengalê tê meşandin jî ev nirxandin kir: “Di nav salên derbasbûyî de di çarçoweya şerê taybet de gelek planên qirêj li hemberî me hate meşandin. Yek ji wan Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Hewlêrê û hikumeta Iraqê bi navbeynkariya dewleta Tirk e. Dixwestin Rêveberiya Xweser tune bikin, lê bi berxwedana civaka Êzidî û dostên Êzidiyan ev peyman pêk nehat.”
‘Em êriş nakin, dijî êrişan li ber xwe didîn’
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên, li hemberî plan, êrîşên ser Şengalê û xeta parastinê jî axivî. Hisên bi gotinek ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiva êrişan da: “Birêz Ocalan dibêje ‘Eger dinya hemû bibe yek û bi ser me de were jî ez dest danaynim, lê hemû dinya li pişta me be jî em êrişê kesî nakin.’ Tişta ku birêz Ocalan dibêje, Rêveberiya Xweser jî dibêje. Em êrişî tu kesî nakin, lê dema êrişî me were kirin jî emê li ber xwe bidin.”
Azad Hisên destnîşankir ku ew weke civaka Êzidî doza mafê xwe ya rewa dikin, tiştek ji derveyî yasayên Iraqê naxwazin. Hisên herî dawî behsa têkoşîna ji bo Şengalek xweser kir û got; “Di têkoşîna xweseriya Şengalê de em berdêlên mezin didin. Lê her şehîdek dibe sedem ku îradeya me xurttir û projeya me mezintir bibe. Êdî ev civak dixwaze bi kiraseke nû derkeve, dixwaze xeml û xweşikbûna xwe derîne.”