AMED – Polîtîkayên zextê yên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê dewam dike. HDP’a ku her roj endamên wê tên revandin, îşkencekirin û girtin, herî dawî ji bo girtinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
HDP ku li hemberî van hemû zextan paşve gav navêje, mîtîngên piştgiriyê organîze dike. Herî dawî jî biryar hat dayîn ku di 22’ê Çile de li Amedê bi dirûşmeya “HDP vîna bi mîlyonan e, nayê girtin” mîtînga piştgiriyê bê lidarxistin.
Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Amedê îro ji bo mîtînga 22’ê Çileyê bi dîlan û dirûşmeyan li Taxa Ben û Sen a Amedê bê lidarxistin belavok belav kir.
Endamên Meclîsa Ciwanan belavok xwend û gotin, “HDP deng, gotin û nûnerê bi mîlyonan li vî welatî ye, nayê girtin. Em ê li her derê HDP’ê biparêzin û zindî bihêlin. Ji bo mîtînga “Em HDP’ê diparêzin” ya ku em ê di 22’ê Çileyê de li Qada Îstasyonê pêk bînin, bang li hemû gelê me hat kirin.”
Gel û ciwanan eleqeyeke mezin nîşanî belavkirina belavoka bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana HDP’ê” dan.