KOBANÊ – Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan li qada Şehîd Edîg çalakiya konvedanê hate destpêkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan beriya destpêkirina çalakiyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Herêma Firatê Mihemed Mehmûd ve hat xwendin, wiha hat gotin: “Tevgera Ciwanan dixwaze dengê gelê herêmê ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava bide bihîstinê û li dijî vê berxwe bide.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevgera ciwanan wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedana xwe bidomînin.
Piştî ku Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê û Rêveberiya Xweser hemû sazî û dezgehên Kobanê ragihandin, konê çalakiyê ziyaret kirin.