KOBANÊ – Di roja duyemîn a çalakiyê de 2 şande ji navçeyên Şêran û Çelebiyê yên kantona Kobanê serdana çalakiyê kir.
Di çalakiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Şêran Ezîz Hec Mehmûd axivî û pêwîstiya sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê piştrast kir.
Ezîz Hec Mehmûd bang li şêniyan kir ku bi rêbazên şerê taybet neyên xapandin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û got: “Çareseriya yekane ya têkbirina van êrişan, hevgirtina gelên herêmê ye.”
Her wiha di çalakiyê de hevseroka Meclisa Navçeya Şêran Lutfiye Silêman axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajêr şermezar kirin û wiha domand: “Armanca sereke ya wan êrişan, têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.”
Lutfiye destnîşan kir ku dema dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê bi bin ket, niha tola xwe ji sivîlan hiltîne.
Sibê dê 2 şande ji navçeyên Qenayê û Sirînê tev li çalakiyê bibin û piştre çalakî dê bi dawî bibe.