NAVENDA NÛÇEYAN –
Roj nîne ku li Kurdistanê gêrilla dagirkerên Tirk ceza neke.
Piştî ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya ku 23 Nisan’ê de li hember qadên Gerîla dest pê kirîbû artêşa Tirk her roj gelek windahiyan dide.
Lê tê zanîn ku dewleta Faşîst windahiyên xwe sedî nod vedişêre. Leşkerên ku qada şer de dimrin jî cihên din de wek qeza întîhar û hwd dide.
Li Riha û Colemêrgê Artêşa Tirk ya dagirker mirina 2 leşkeran dîsa wek qezayan da nîşandan.
Li taxa Ozbek a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, wesayîta bi pîlaqeya 63 ADA 174 ji ber sedemeke ne diyar şewitî. Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê hatin cihê bûyerê û şewatê vemirandin. Di wesayîtê de cenazeyê çawişê pispor ê bi navê Îsmaîl Gezer hat dîtin.
Hat angaştkirin ku li Herêma baregeha 1’emîn Fermandariya Tabûra Cendirmeyên Qomando ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê di encama teqîna bombeyeke destan de çawişê pispor ê cendirme Ayberk Soyûtemîz jiyana xwe ji dest daye. Walîtiya Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û angaşt kir ku teqîn bi qezayê çêbûye.
Hefteyek berê jî hatibû angaştkirin ku leşkerê bi navê Ferhat Ozcan di encama qezaya çekê de jiyana xwe ji dest daye.