NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo bîranîna jinên şoreşger ên di meha Çile de di têkoşîna azadî û edaletê de canê xwe feda kirin.
Fermandar Ramona
6’ê Çileya 2016
Fermandar Ramona fermandareke pêşeng a tevgera azadiya Zapatîsta EZLN bû û di sala 1994’an de beşdarî berxwedana li dijî desthilatdariya Meksîkayê bû. Li dijî kolonyalîzmê û ji bo mafên jinên xwecihî têkoşînek girîng da meşandin û muxalefeta aktîf a globalbûnê bû. Di 6’ê Çileya 2016’an de ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Fatma Uyar, Sêvê Demir, Pakize Nayir
5’ê Çileya 2016
Sêve Demîr endama DBP’ê bû û ji bo mafên Kurdan û jinan çalak bû. Ji ber berxwedana xwe 15 salan di girtîgehê de ma û 68 rojan li dijî rêjîma Tirk dest bi greva birçîbûnê kir. Pakîze Nayir Cîgira Serokê Meclîsa Gel a Silopiyayê û Fatma Uyar jî endama Kongreya Jinên Azad bû. Kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê bi biryardarî têdikoşin, şeva 5’ê Çileya 2016’an li Silopiyayê ji aliyê hêzên ewlekariya rêjîma Erdogan ve piştî êrîşên asayîşê bi hinceta têkoşîna li dijî terorê hatin qetilkirin.
Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan, Leyla Şaylemez
09′ Çile 2013
Sakîne Canzis bi nasnav Sara, endama damezrînera tevgera azadiyê ya PKK’ê bû û hêz û berxwedana jina Kurd a Dêrsimê bi cih anî. Fîdan Dogan a bi navê Rojbîn, Nûnera KNK’ê ya Parîsê û hevrêya bi nirx a tevgera azadî û azadiya jinê bû. Leyla Şaylemez endama tevgera ciwanan bû û bi keda xwe şoreşgera bi biryar a tevgera azadiyê bû. Her sê jî li Ewrupayê ji bo azadiya welatê xwe çalakî pêk anîn û di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê ji aliyê ajanekî MÎT’ê ve hatin qetilkirin.
Louise Michel
10′ Çile 1905
Komînarên Komîna Parîsê jin bûn ku ji ber dorpêçkirina Prusya ya bajarê xwe têk neçûn û di berxwedana civakî û xwerêxistinkirin û xwerêveberiya bajêr de rola pêşengiya şoreşgerî girtin ser milê xwe. Louise Michel, bi navê la louvre rouge (gurê sor) jî yek ji wan e û piştî ku berxwedana Parîsê hat şikandin jî, berxwedana xwe neşikand.
Rosa Luxemburg
15 Çile 1919
Sosyalîst Rosa Luxemburg, li gel Karl Liebknecht, di sala 1914 de Lîga Spartacus, Enternasyonal di sala 1914 de û Partiya Komînîst li Almanya di sala 1919 de ava kirin. Nûnera enternasyonala proleter e, antî-mîlîtarîst e û ji bo sosyal demokrasiya Elman û Polonî têdikoşe. Piştî ku serhildana Spartacus hat tepisandin, ew û Karl Liebknecht di 15’ê Çileya 1919’an de li navenda Berlînê hatin qetilkirin.
Binevş Agal
18 Çile 1989
Binevş Agal ku jê re Bêrîvan jî tê gotin, li Elihê ji dayik bûye û li Elmanyayê mezin bûye. Di nava tevgera azadiyê ya PKK’ê de yekemîn şervana Êzîdî bû. Ji ber dagirkeriya Kurdistanê neçar ma ku welatê xwe biterikîne û weke azadîxwazekî bi biryar vegeriya Kurdistanê. Piştî perwerdeya xwe ya li cem Rêber Apo, li Rojava xebatên xwe bi rê ve bir û piştre derbasî Botanê bû, li wir hêzên jin perwerde kir û civak bi rêxistin kir. Piştî îxanetê heta guleya dawî li dijî dijminê faşîst bi biryardarî şer kir.
Avesta Xabûr
27 Çile 2018
Avesta Xabûr Zalûx Hemo bi helwesta xwe nûnertiya jina Kurd a azad ya Rojava kir û di nava yekîneyên parastina jin de li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Şer kir. wê li gundê Hemam ya navçeya Cindirês ya bi ser herêma Efrîn ve li dijî dagikeran li berxweda. Ji bo tankê dewleta Tirk nekeve gundê Hemamê di 27’ê Çileya 2018’an de xwe di nava tanka dijmin de teqand
Barîn Kobanê
30 Çile 2018
Her wiha şervanekî Rêveberiya Xweser a Rojava ye. Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser jinên Êzidî yên li Şengalê, bandor li wê kir ku tevlî yekîneyên xweparastinê yên YPJ’ê bibe û li Reqa û bajarê xwe Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Di dema êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê de, wê li gundê Qurna şer kir û ji bo nekeve destê dijmin, xwe teqand. Piştre çeteyên DAIŞ’ê bi cenazeyê wê lîstin û ev dîmenên hovane li cîhanê geriyan.