NAVENDA NÛÇEYAN –
Derveyê têkoşînê tu alternatîfên din yên Şoreşa Kurdistanê tine ye. Derveyê berxwedaiyeke mezin tu alternatîf tineye û wê tine be. Berxwedaniyeke ku li tevahiya cîhanê bandor bike, rê bide şoreşa Rojhilatanavîn, şekil bide berxwedaniyê ye. Ev xeta berxwedanê PKK ê gav bi gav ber bi serkeftinê ve dibe û û wê bibe. Ji vir û şûn de têkçûyîn, zehmetî kişandin, pes kirin, gav paşde avêtin wê bibe îxanet. Ji vir û şûn de şilû kirin, xistina nîqaşê,sîh xistina liser vê berxwedanê wê bibe îxaneta herî mezin. Di sexsê van hevalên berxwedan de tişta hate jiyankirin jibo me serkeftineke mezin e. We ku me diserî de jî anî ziman di dîroka me de hemleya herî berfirehe. Di dîroka tevgera me de pêngaveke di vê berfirehiyê de hatiye kirin tine ye. Bi taybet bdi qadên civakî de, di bajaran de berxwedaniyeke bi vê şeklê tine ye. Pêşengtiya vê berxwedaniya berfireh ciwanên Kurdistanêkirin. Me didîroka xwe de gelek caran dîtiye ku ciwanan pêşentiya gelek tiltan kiriye, di hinek çalakiyan de pêşentî kiriye. Lêbelê berxwedaniyeke ewqas mezin ya wek Berxwedaniya Rêveberiyên Xweser re mînakeke pêşengtiyê nehatiyekirin. Ne di dîroka ciwanên Kurd de ne jî di dîroka ciwanên gelên din de rewşeke bi vê şeklê tine ye.
Destpê kirina vê pêvajoyê ne şaş bû. Sedî sed rast bû hetta dereng jî mabû. Dibe ku heval bêjin di delek hewirdoran de tê axaftin. Ev dikeve ber ewqas windahî dayînan? Belê eger emê şereke evqas berfireh bidin meşandin, bê guman ewê windahiyên wî jî hebin. Ev windahiyên wî giranbûn, bi êşbûn raste. Lêbelê rastî evbû. L, hember vê dijminê û vê artêşê bijareyeke cuda tinebû. Bi vê dijminê re bijareyeke cuda hebûya ewê di salên 2013, 2014 an de di wê pêvajoya 2 sal û nîvan de pêk bihata ya jixwe. Dema ku em dîroka vî dijminê mêze dikin, derveyê şer tu tiştek teqez çareserî nikare bîne. Ev tirk û împaratoriyên wan jî, dewletên wan jî çi bidest xistibin di meyadên şer de bidest xistine; çi jî winda kiribin di meydanên şer de winda kirine. Tu tiştekî liser maseyê qezenç nekirine û liser maseyê nedane û ne sitan dine. Yek zimaekî ku ev dijmşn û ev artêş jê fêm dike heye ew jî şer e. Heya ku neyê zorê ev dewlet bi tu awayî tiştekî qebûl nake û wê tu gavê ne avêje.
Em wisa di dewleteke demokratîk de jiyan nakin. Di welatekî ku pirsgirêk bi rêyên nîqaş û siyasî werin çareser kirin de jiyan nakin. Em di welatekî ku daxwazên herî biçûk jî bi şîddet û qetlîman ve tê bersivandin de jiyan dikin. Ev dewlet bi tu awayî derveyê rêbazên şiddetê û zorê ji tu zimanê fêm nake. Vê şerê kêngî dibû bila bibûya teqez divê me bidaya meşandin. Hîn jî pêwîst dike û emê bidin meşandin. Wê çiqas bidome em baş nizanin. Eger ku em vî dijminê çong nedin danîn, di tirkiyê de tu pêşketin çêbnabin. Ne tirkiye wê demokratîk bibe, ne wê zagon bêne guhertin nejî ji pirsgirêkan re çareseri wê bê dîtin. Di encama têkoşîna me ya so salan de eger di tirkiyê de kêmbe jî hinek guhertin hatibin jiyan kirin, hinek zagonên kembejî demokratîk derketibin ew jî bi xêre vê şerê mezin pêşketiye. Çvkaniya xwe ji vê têkoşîne me digire û encama wî ye. Jiber vê ye ku berxwedaniya Reveberiya Xweser û ev şer tştekî jêneger e. Ji ber vê yekê dinav şerde şer pêwîstbû an nebû, nîqaş kirin wê were wateya winda kirinê. Piştî ku şer destpêkir êdî herkes xwe li gor şer amade dike. Herkes şer şer dimeşîne. Divê me bikira na nekira? Ev pêwîst bû bibaya an nebaya? Êdî ji van pirsan re dem namîne, dema wan derbas dibe. Emê vî şerê çawa biserxin divê em vê nîqaş bikin. Eger ku em xwe di hedefê de kîlît nekin, em nikarin xwe bigîhînin serkeftinê.