HESEKÊ – Meş ji aliyê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hate lidarxistin. Tevahî enadmên partiyê, gazî, ciwanên ji saziyên sivîl û leşkerî beşdarî meşî bûn.
Meş ji çerxerêya Kevokê ber bi qada Şehîd Serhed a li taxa Miftê ve dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêberê Gelan Abdullah Ocalan, alên ciwanan û PYD’ê hatin hildan û pankartên ku banga azadiya rêber Ocalan dikin hatin hildan.
Ciwanan bênavber diruşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser rêberê Gelan Ocalan, siyasetên PDK û êrşiên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan, Til Temir û Kobanê berz kirin.
Meş li qada çerxerêya Şehîd Serhed rawestiya. Bi nave ciwanên PYD’ê Medya Ebdurehman axivî û diyar kir ku ew ê têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha anî ziman ku azadiya rêbertî azadiya tevahî gelên blindest ji pergelên dîktator e.
Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.