NAVENDA NÛÇEYAN – Gerilla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya gerîlayên HPG/YJA Starê ya di 8’ê Mijdara 2021’an de li herêma Girê Hêliz a Heftanînê li dar xistibû parve kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“8’ê Mijdarê saet di 10:20’î de li Geliyê Pisaxayê, li quntara Girê Hêlizê, hêzên me bi rêbaza sabotajê li kepçeyeke dagirkeran xistin ku dixwest ji bo dagirkeriyê rê çêbikin. Di encama çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, operatorê kepçeyê hate cezakirin.”