KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê, 16’ê Çileyê konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd veda.
Di roja sêyemîn a dawî ya çalakiyê de şêniyên navçeyên Sirîn û Qenaya û şandeyek ji bajarê Tebqayê herikîn bin kon.
Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû. Berdevak Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hebûn Mihemed daxuyanî xwend.
Hebûn Mihemed diyar kir ku armanc ji venda vî konê şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker a faşîst ên li ser Kobanê, xelk û ciwanên wê ye.
Hebûn Mihemed got: “Êriş û komkujiyên ku faşîzma Tirk li dijî gelê Kobanê û ciwanên wê pêk tîne, me natirsîne. Dijmin ji hêza me û ji ciwanan ditirse ji ber ku ciwan parêzvanên vî gelî û vê xakê ne.”