AGIRÎ – Hat zanîn ku gardiyanan li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L’yê bi ser qawîşa girtiyên bi navê Nîhat Turan, Hummet Denîz, Muhlîs Denîz, Erol Aktan, Ferît Yilmaz, Remzî Koca lê dimînin de girtine. Ev serdegirtin di 12’ê çile de bi hêceta ku lêgerîn heye pêk hatiye.
KELÛPELÊN WAN BIRINE LI KANTÎNÊ FIROTINE
Gardiyanan bi ser qawîşên B1, B2, B5, B6 de girtin û lêgerîn pêk anîn û pişt re kelûpelên ku girtiyan ji kantînê kirîbûn desteser kirin. Ev serlêdan ji parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît re hat şandin. Di serlêdanê de hat gotin ku kelûpelên hatine desteserkirin şûn ve birine li kantînê firotine. Di lêgerînê de girtiyê bi navê Nîhat Tûran hatiye kelemçekirin û wî li ser dev avêtine erdê. Her wiha di serlêdanê de cih dane a ku li girtiyan jî hatine kirin.