NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî Mîtînga HDP’ê ya 22’ê Çileyê ya li Qada Stasyonê ya amedê, ku wê bi dirûşma “Em HDP’ê diparêzin” bihate lidarxistin, endamên Komîteya AMadekar li avahiya partiyê daxuyaniyek dan. Tevî endamên komîteyê gelek parlamenter jî tevlî civînê bûn.
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy ku cihê xwe di nava Komîteya Amadekar de girt, wiha got, “Berf wê heta hefteyekê li Amedê bibare, lewma ev yek bû sedem ku em mîtînga xwe taloq bikin. Em naxwazin kesek nexweş bikeve yan jî qeza bike. Lewma me mîtînga xwe ji bo demeke din taloq kir.”
Atasoy ragihand ku wê dema mîtîngê piştre diyar bikin.
DÎSA
Dihat payîn îro li Silêmaniyê bi boneya çaremîn salvegera dagirkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê merasîmek bihata li darxistin. Lê komîteya amadekar a merasîmê ragihand ji ber rewşa hewayê û barîna befrê merasîm ji bo demek nediyar hat paşxistin.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, plankiribû îro bi boneya çaremîn salvegera destpêkirina êrişa dagirkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê li Silêmaniyê merasîmek lidarxista.
Lê ji ber barîna befrek zêde û rewşa hewayê, komîteya amadekar a merasîmê, ragihand wan merasîm ji bo demek nediyar paşxistine.