STENBOL – Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza berdana wan bikin li pêş ATK’ê hatin cem hev.
Endamên Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ya li Yenîbosnayê hatin cem hev. Malbatên girtiyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgiriya çalakiya înîsiyatîfê kirin.
Endamên Înîsiyatîfê diyar dikin her hefte roja pêncşemê bi daxwaza “ji girtiyên nexweş re azadî” li pêş ATK’ê werin gel hev, dê li vir daxuyaniyê bidin.