NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmarek ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, endamên pêngava însiyatîfa gel, ji bo rakirina navê PKK`ê ji “lîsteyên terorê” daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama pêngava însyatîfa gel ya Tebqayê Mûsena Ebdulkerîm ve li pêşiya nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji destpêka peymên parçebûnê li dijî Kurdistan û Rojhilata Navîn ve, laşê yek dest bi parçebûnê li tevahî cîhanê kir. Dewletên dagirker û di serî de dewleta Tirk dest bi zilmê û kolekirina xwediyê xakê kir.
Ji ber wê jî diviyabû ku her mezlûmek li rêbazekê bigere da ku zilmê ji ser xwe rake û ji ber vê yekê jî çirûska yekemîn a Tevgera Şoreşgerî li Kurdistanê dest pê kir da ku bi rêbazên aştiyane û rewşa her wiha li gorî mafên parastina rewa têkoşiya. Ev jî da ku ji bo azadiya gelê Kurd û hemû pêkhateyan têbikoşe. Destek da jin û ciwanan û dirûşmeya edaletê rakir.
PKK`ê weke tevgereke şoreşgerî tê naskirin, lê dewleta Tirk a dagirker zilm li dijî gelê Kurd pêk anî ji hewldanên qirkirinê, guhertina çandî, qirkirina gundewarên Dêrsim û Amedê. Ji ber vê yekê jî zaroknê rojê bi her kesê ku baweriya wan bi fikirên azad û serxistina rastiyê li çiyayên rûmetê kom bûn û azadî ji xwe re esas girtinda ku rastiyê derxînin û ji cîhanê re eşkere bikin.
Dewleta Tirk dest bi şerê çekdar kir, ji ber wê jî Tevgera Azadiyê mafê parastina rewa ji xwe re weke rêbaz girt da ku zilmê rake. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk PKK`ê xist nava ”lîsteya terorê” û bang li dewletên ku Kurdistan dagir kirine ku hewldana qirkirina tevgera şoreşgerî bikin. Ev jî ji aliyê dadgeha edaletê li Luxembourgê di dasla 2018`an de ku PKK`ê bixe nava ”lîsteya terorê”.
Dewleta Tirk ev partî xist ”lîsteya terorê” da ku êrişên xwe yên li ser gelê kurd li her deverê rewa bike. Girtina parlamanterên HDP û hevşaredaran vê yekê îsbat dike. Ji ber vê yekê bi diruşmeya Edalet ji bo Kurdan însiyatîfeke cîhanî hate ragihandin ku ji bo derxistina vê partiyê ji lîsteyên terorê yên YE û DYA’yê îmzeyan kom bike. Heta niha ji 30 dewletan, zêdetirî hezar kesayetên navdar, siyasetmedar û çalakvan tev li pêngavê bûn.
Em di însiyatîfa gel de, bi rihê ciwanên şoreşger û jina azad û bi îradeya serkeftinê tevlîbûna xwe ji pêngava cîhanê re radighînin û dest bi pêngava komkirina îmzeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Em soz dikin ku em ê têkoşîna xwe xurt bikin da ku navê PKK`ê ji ”lîsteya terorê” rakirin û bang li YE`yê, Amerîka, Rûsya û hemû cîhanê dikin ku navê PKK`ê ji lîsteyê rakin.”
Piştî daxuyaniyê bi dehan îmze ji şênî û endaman ve hatin komkirin. Pêngav dê heta dawiya rojê dewam bike.