Rohenda Reşîd
Navê min Rohenda Reşîd e, ez ji bajarê Efrînê me, ez 16 salî me. Lê dema şerê Efrîn ez 12 salî bûm. Destpêkê ez dixwazim bêjim dema ku ez zarok bûm li şûna baran û keskesoreke rengîn ve li ezmana me xuya bike, balafir û bombe barîn. Destpêkirineke bi vê rengî wê bi xwe rastiya welatê min diyar bike. Efrîn hem ji aliyê civaka xwe û hem jî ji aliyê xweza û erdnîgariya xwe ve xwedî cudahiyeke taybet e. Bi darên xwe yên zeytûn û henarê ve dihat naskirin. Di vir de ez dixwazim bêjim ku ev rengîniya bajarê Efrîn di hundir dijmin de bû hesretek. Ji ber vê jî di dîroka 21/1/2018’an bi dehan balafiran ser me de geriya. Eger ez dîroka rojbûna xwe ji bîr bikim, ezê vê dîrokê qet ji bîr nakim.
Raste dibe ku ez nizanim çima ev şer, wateya wê çiye û ji bo çiye û li hember çiye. Tenê ez fêm dikim ku dixwaze me tune bike, ev fêmkirinên min jî ne di aliyê fikirî de ye, di aliyê hestên ku min jiyan kirî de ye. Ez dixwazim bi van bûyeran re dest pêbikim. Dema ku cara yekem bilafir rabû ez wê demê di 12 saliya xwe de bûm, ez li ber dîkenekê bi hevalên xwe re em rûniştibûn, em kom bibûn da ku em leyîstok bileyîzin, lê me hîn destpênekiribû. Me dît wisa ji nişkave deng ji asîmanan hat, me mêze kir me dît ku bilafir digerin, em jî wisa bi awayekî rûkenî destê xwe bi bilafirê re li badikin, ji ber ku em difikirîn ev bilafirê mirovane. Lê belê hîna xeyal li ber çavên me bûn, me dît ku hin dengên pir bihêz hatin guhê me. Wê demê her kesî digot zarokino werin hundir malê, lê em hîn nizanin çima wisa dibêjin. Piştî ku me li televizyonê mêze kir tam tê bîra min ku li ser qanala Stêrk Tv bû, hatiye nivîsandin Berxwedana Serdemê Roja yekem. Vê demê min biçek be jî di rûyên civaka derdor xwe re fêm kir ku titşek heye ji bo me ne başe, lê hîn jî ez nizanim ku dewleta Tirk li hember me şerek daye destpêkirin. Her roj derbas dibûn dengê fîşek û bombeyan zêde dibûn. Yanê dema berî şer em zarok her li ber çîrokan bi dengê dapîrên xwe re radiziyan, lê em çawa dikin em nikarin van rojan bibînin, ji bilî dengê fîşekan û dengê bilind ya ku çeteyên DAÎŞ’ê digotin Allah û Ekber tu dengeke cuda nedihat guhê me. Lê hîn jî me zarokan bawer nekiriye ku şer li welatê me rû dûye. Me heneka xwe bi vê dikir bi taybet dapîra min her tim digot zarokino ka birûnin dengê xwe nekin niha dengê wê biçe van kesên ku bilafiran da ne wê li me bidin, ka bisekinin.
Ez di vir de dixwazim bêjim ku tu carî ne di xeyela yek zarokî de hovîtiyeke wisa derbas dibû, lê piştre me êdî bawer dikir tiştên ku neyên xewn û xeyelan wê rastiya wê pêkbê, em êdî îqna bûn. Êdî piştî ku her dem derbas dibû dengê şer û berxwedanê vê zêde bû, tê bîra min em hîna li gund bûn, çend cîranên me agahî ji wan dihat digotin ku ji aliye Çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin suîqast kirin, bûyereke din jî heye tê bîra min ez dixwazim wê jî behs bikim; Rojekê ez û çend xwuşikên xwe ve li nava baxçê bûn, me dar av didan, li cihekî nêzî gundê me çeteyan bi çekên giran lêdida, dema ku dengê wê hatiye, em hemû di cihê xwe de veçinqiyan, em heya 2 deqan jî her wisa man, piştî vê dengî bi çend deqan ji aliyekî de dengê lorîka dayîkayan û ji aliyê din de jî qêrîna zarokan dihat guhê me, ji ber vê teqînê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. Piştre bi demê re rojên berxwedana serdemê zêde dibin, em jî her kes ji gundên xwe ber bi navend ve yanê bajarê Efrînê ve diçin. Li vê derê ji ber ku ewqas gel kombûye cih nîne ku em kes tê de birazin. Em rojekê hemû li cihekî ku em karbin tê de birazin digerin lê em nabînin. Vê demê em neçar man ku di erebeya xwe de birazin, lê ji ber ku hejmara me zêde ye cih têra me nedikir, piştre li ser rê em rastî erebeyek ku pê pez dibirin bazaran û dianîn de razan. Ji bo min ev tiştên biêş nînin ku ez di erebeyeke wisa de birazim, lê ya ku ez êşandime hevalên min bûn, hevalên min yên ku em bi hev re dileyîstin û em bi hev re mezin bibûn, laşê wan perçe perçe bû, em li pê perçeyên laşê wan digerin û em komdikin. Belkî tiştê herî zêde zor ji bo min hatibe komkirina perçeyên laşê hevalê xwe bû. Her me digot ev xeyalin, em wisa difikirîn ku ger dagirker çiqas hov be jî wê nikaribe zarokan bikuje. Lê mixabin dike û pîvanên xwe jî derbas dike. Lê dîsa jî me hêviya xwe ji bajarê Efrînê qet qut nekir, me her riya berxwedana ji xwe re esas girt.
Dîsa êdî berxwedana me nêzî 50 rojî bibû, em di binayeteke 4 qatî de bûn, wê demê bilafirên şer bombe barandin, ev bînayet hemû bi ser me de hejiya û camên me yên hundir bi ser me de hilweşiyan û perçeyên laşê însanan ber bi jor ve dipekiyan, her roj agahiya şihadetê ji me re dihat dayîn. Lê li ruxmî vê yekê jî dîsa me li berxweda. Lê ji çûyîna hevalên min zêdetir, îxanetê ez êşandim, wisa carekê ji bo mezinkirina berxwedana em daketibûn qadan, li vê derê Zarokên ENKS’ê ji xwe re wisa li me mêze dikin û dikenin, yanê em ji bo wan bibûn mijarê henekê, dixwastin ji me re peyam bidin îşte ji ber ku hûn li pey PKK’ê ketine ji bo vê hûn wisa bûne, lê me guh nedida wan ji ber ku îxaneta herî mezin ya wan bi xwe ye wisa bû û hîn jî wisa ye. Em li pey rastiyê ketine, hemû rastî jî di PKK’ê de tê dîtin. Lê mixabin îxanetê rê da ku bajarê Efrîn were dagirkirin û gel bajar vala bike. Heya niha jî ez weke keçeke ciwan dibêjim ger ku destê ENKS û rêxistinên wê ve di teslîmkirina bajarê Efrîn de tune ba wê niha dijmin vekişiyaba, dibe ku bêjin ev zaroke nizane rastî û îxanetê ji hev du derxîne, lê bila vê jî bizanibin ku ez zarokim lê di heman demê de ez her tiştî dibînim, ez jî di vê cîhanê de jiyan dikim. Piştî ku hêdî hêdî bajarê Efrîn hat vala kirin, û dijmin kete nav de, gelê Efrînê yên ku derfeta wan nîn bû ku derbikevin rastî destdirêjiyên hem madî û hem jî manewî ji aliyê dagirkeran ve hatin. Lê gelê ku di rê de ye jî li ser riyeke ku navê wê Çiyayê Xeyalan bû, bi dehan bi tev zarok û malbata xwe hemû ve di ew cihê bilind de diketin xwarê û jiyana xwe ji dest didan. Girseyê ku maye jî nizane wê ber bi kuderê ve biçe, ger ku ne ji keda PKK’ê ba wê girseyê ku maye jî gelek zirar dîtibana, lê belê rêxistinê ji me re riyên Şehbayê vekirin û em ber bi vê cihê ewle ve anîn. Di heman demê de me li Şehbayê berxwedana xwe domand û em hîn jî didomînin. Em heya niha li Şehbayê jî bi hesreta hêviya vegere li Efrînê jiyan dikin.
Herî dawî jî ez dixwazim bi vê nameya xwe ji tevahî cîhanê re pîskolojiya Zarokan di nava şer de bidim zanîn. Her zarokek heya niha her ji dayîka xwe dipirse eceba niha ew hevalên min çidikin emê kengî dîsa weke berê wisa destê xwe bidin destê wan û bi hev re di nav kolanan de bazdin, ez bi xwe jî heya niha li benda rojek wisa me. Ev hemû tişt dibin sedem ku zarok dema çavên xwe li dinyayê vebike weke zarokekî şer werin mezin kirin, dibe ku di vê jiyanê de însanê herî zêde azad be zarok bin. Di vir de ez dixwazim bal bikşînim ser gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Azadî ji zarokatiyê destpêdike”. Dibe ku ez niha weke zarokekî Efrînê ku di nava berxwedana serdemê de heya dawiyê cihê xwe girtibim û min ev tişt hemû dîtiye, lê ez dixwazim bi Efrînê re rewşa hemû zarokên Kurdistanê bidim naskirin. Rastiya welatê me wisa bûye, em weke zarok meraq dikin li kuderê Tirkiyê zarokan çavên xwe vekirine û bombe li ber wan teqiyaye, tiştek wisa nîne. Tenê ji gelê kurd û tevahî gelê bindest re ev yek bi destûre. Lê dîsa jî em bi kîna ji dagirkeriyê mezin dibin çidibe bila bibe emê tola hevalên xwe yên ku laşê wan parçe perçe bûye rakin.