BEHDÎNAN – Di refên PKK’ê de bersiva propagandaya dewleta Tirk a faşîst a ku dibêje PKK bi dawî bûye, tên. Berevajî antî-propagandaya Dewleta Tirk, derdikeve holê ku PKK roj bi roj mezintir û bihêztir dibe. Hevdîtinên ajansa me li qadên gerîla careke din vê propagandaya qirêj a Dewleta Tirk puç dike û di heman demê de dide xuyakirin ku PKK tevgereke gelan e û ji bo ciwanên hemû cîhanê û bi taybet gelên Rojhilata navîn çavkaniya hêviyê ye.
Gerîlayên ku ji ajansa me re axivîn, di çarçoveya Pêngava “Werîn Cenga Azadiyê” de bang li ciwanan kirin.
Gerîlayê Ereb Mezlûm Berxwedan, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bang li ciwanên Ereb kir û got, tenê bi bi tekoşîna di nava refên PKK’ê de parastina xweseriya Ereban tê kirin. Li aliyê din gerîlayê Faris Simko Zerdeşt bal kişand ser mîrateya dîrokî ya berxwedanê ya gelên Îranê û diyar kir ku ciwan ancax dikarin vê mîrateyê di nava refên gerîla de bidomînin.
Mezlûm Berxwedan Wiha got:
Banga min ji bo ciwanên kurdistanê, tevahî ciwanên cîhanê û bi taybet jî ji bo ciwanên Ereb, ewe ku werin tevlî Cenga Azadiyê bibin. Divê ciwanên ereb werin tevlî nava refên Gerîla û PKK’ê ve bibin ji bo ku ciwanên ereb parastina welat, gel û rûmeta xwe ve bikin. Weke ku Rêber Apo jî dibêje “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî jî bi ser bikevin.” Ciwan ruhê civakê ne, pêşengê civakê ne, Ji ber vê jî divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin. Ancax wisa ciwan karbin parastina nirx û dîroka xwe ve bikin, civaka xwe bihêz bikin û wê bîne ser xeta rast. Tevlî hemleya Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û cenga azadiyê ve bibin. Bijî Rêber Apo.
Simko Zerdeşt jî wiha axivî:
Ciwan û gele me ê şoreşger û hêja ya Îranê, îro dewleta îslamiya dagîrker û qirker ji bo bêdeng kirin a gelên azadîxwaz yên îranê, bi temamî kolatî û besîc bêşxistiye, ji dîrokê heya niha ciwanên şoreşger û gelên îranê li hember dewleta faşist nexwastiye û teslîm nebûye. Ji manî, ji babek û ji mezdek heya hemî raperînan, bi hemî ciwanên şoreşgerên bajarên Tehran, Şîraz, Îsfehan û Meşhed, herwiha hemî bajarên din ên îran, dijî zûlmên rejîma faşist berxwedan kirine û şehîd ketine. Îrojî ji bona ev berxwedanî îdam çêdikin, ciwanên kurdistan li hember zûlm zext, li hember qirkirin û komkûjî ya rejîma Îranê berxwe dide. Rejîma dagîrkera îslamiya Îranê ji kêleka komkûjî, îşkence, zindan û îdam diwaze tirs û trsandina xelkê ava bike. Tova jiyanê bi xwîna ciwanên me hatiye avdan, erebeya wan ya îdamê her Roj der dşkevin û ciwanên me îdam dikin. Ji bo kû bi temamî li hember wan zulman bisekinîn, tevlî hêza paratina gel û yekîneyên Rojihalê kurdistanê bibin. Ji bo parastina azadî û demokrasî, ji bo ava kirna yekîtiyê di navbera gelên Îranê herwiha ji bo havjyana hemî gelan, tevlî Cenga Azadiyê û refên gerilla bibin.