EFRÎN – Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ku di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Efrînê da destpêkirin, derbasî sala xwe ya 4’an dibe. Berxwedana Efrînê ya bêhempa cihên xwe hafizayê de diparêze.
Tevî êrîşên mezin ên teknîkî û kîmyewî yên li ser bejahiya derveyî bajêr, dewleta Tirk di berxwedana 58 rojan de windahiyên dîrokî da.
Ciwanên ji malbatên Efrînî yên ku piştî dagirkirina Efrînê koçberî Şehbayê bûne ji ajansa me re axivîn.
Ciwanan diyar kir ku ew ê teqez Efrînê rizgar bikin û wiha gotin:
Ebdilrihman:
Hemû gel dizane ku 20’ê Çileya 2018’an de artêşa Tirk a faşist êrişê Efrînê kir. Armanca dewleta faşist ew bû ku çanda gel û dîroka gel û ciwanên kurd tune bike. Lê ciwanên Efrînê berxwe dan û nehişt dewleta Tirk wan tune bike. Her tim ciwan daketin qadan û xwe parastin.
Sîlva Emîn:
Wek xwendekarekî ez 20’ê Çilê salvegera dagirkirina Efrînê şermezar dikim. Dewleta tirk a faşist niha zimanê Kurdî qedexe kiriye. Diyare ku dewleta Tirk dixwaze zimanê me qedexe bike, çanda me qedexe bike û bi vê awayê çanda xwe serwer bikin.
Sîlva ya xwendevan:
Weke jinên ciwan me li hemberî dagirkeriya Tirk helwestên xwe diyar kir û me êrişên dewleta Tirk qebûl nekir. Emê ber xwe bidin û destur nedin ku dewleta Tirk me tune bike.
Ehmed:
Ez Xwendekarekî amadehiyê me. Tê zanîn ku 20’ê Çileya 2018’ân de Dewleta Tirk êrişê Efrînê kir. Dewleta faşist dixwest Efrînê carekî de ji holê rake. Lê rexmê di xerîtê de cihekî bicûke jî Berxwedaneke dîrokî derket holê. Em bi hêvîne ku Efrîn dîsa rizgar bibe.
Mehmed:
Dewleta Tirk a faşist bi tank û topan û 72 balafiran ve êrişê Efrînê kir. Bi van êrişên hovane ve xwest ku îradeya gele Efrînê bişkîne. Lê ev salan e gele Efrînê berxwe dide.