NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye got, “Rêxistina DAIŞ’ê piraniya şaneyên xwe yên veşartî kom kiriye û hewl da bi rêya xwekujiyan û derxistina îsyanan di hundirê girtîgeha Hesekê de girtiyan birevîne.
Hêzên me yên ewlekariyê bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da, derdora girtîgehê bi temanî dorpêç kir û tevahî revandî, girtin.
Careke din em dibêjin ku şerê me yê li dijî DAIŞ’ê berdewam e. Heta ku tevahî endamên sûcdar neyên girtin, em ê nesekinin.”