NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama şerên îro yên li Hesekê de 22 çeteyên ku êrişî girtîgeha Sîna ya li Xiwêran kirin, hatin kuştin û aliyê bakurê girtîgehê bi temamî hatiye kontrolkirin.
Daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) wiha ye:
“Serê sibê şerên dijwar di navbera şervanên me û çeteyên DAÎŞ`ê de rû dan ku êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran kirin. Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn aliyê bakurê girtîgehê bi temam kontrol kir.
Di wan şeran de, 22 çete hatin kuştin, çeteyek hat girtin. Her wiha hêzên me wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAÎŞ`ê desteser kir.”