TIL TEMIR – Çalakiya pirtûkxaneya gerok ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve ji 16’ê Çileyê ve hatiye organîzekirin, doh êvarê di roja xwe ya 7. de li Til Temirê bi dawî bû.Çalakî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de û Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ya bi banga rakirina qedexeya li ser PKK’ê ve hate lidarxistin.
Di heft rojan de Pirtûkxane hemû bajarên Cizîrê û gelek bajarok û gundan de jî geriya. Li her derê ev falîyetên ciwanan rastê eleqeyeke mezin hat.
Di roja dawî de li Til Temirê Pirtûkxaneya gerok Falîyetên xwe bi awayekî serkeftî bi dawî kir. Li Ser navê ciwanan Can Elewî daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi tevahî wiha ye:
Li ser navên komîteya amedekar, li ser navên Tevgera Cîvanên Şoreşger, em li vê derê bajarê Til Temirê ne. Em dawîya çalakîya pirtûkxana gerok li vê dera bi dawidikin. Me di dîroka 16’ê mehê di navê hemleya “Dem dema azadîyê werin cenga azadîyê, me dest pêkir. Em bajar bajar gerîyan, bajarê herema Cizîrê, em ji amudê Dest pê kir heta bajarê derikê berdewamkir.ji bajarê derikê heya bajarê tiltemrê, me li vê derê bi dawîkir. Hemle bi Armanca belavkirina fikirê Rêber Apo û tevlî kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê. Em jî wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger vî dibejin, PKK hebûne, PKK gel e. PKK xeta azadîya gel avakirîye, em tû carî qebûl nakin ev partî di lîsteya terorê dabe.
Emê her tim di nava çalakîyadabin, hertim li ser pîyabin, heta ku em bigihêjin armanca xwe ya sereke, azadîya Rêber Apo û derxistina PKK ê di lîsteya terorê.
Di dawîyê em dibêjin bijî Partîya Karkerên Kurdîstanê Bijî Serok Apo.