NAVENDA NÛÇEYAN – “Plana li ser zindîkirina DAIŞ pêk hat; bi îstîxbaratî û navdewletî bû. Çapemeniya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê berdevkî ji çeteyên DAIŞ`ê re dikir.”
Derbarê, bêhelwestiya hêzên navnetewî de Ferhad Şamî, anî ziman ku wê di rojên pêşiya me de helwesteke cûda li beramberî bêdengiya van hêzan bidin.
Di kêliyên destpêkê de ger berxwedanî, hişyariya hêzên me çênebûya wê 5 hezar çete ji zindanê reviyaba” bi van gotinan re Ferhad Şamî, bal kişand ser planamaya berfireh û got: “Ew êriş ne tenê ji bo revandina çend çeteyên girtî bûn.”
Ferhad Şamî, destnîşan kir ku çeteyên ku direvin her çiqas birevin helbet di bin çavdêriya hêzên wan de ne û wê bên girtin.
Berpirsê Navenda Ragihandinê Ya QSD`ê duh saet 20.00`an de têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker tevlî bernameya taybet a ANHA`yê bû. Ferhad Şamî, destnîşan kir ku ev plana hatiye kirin a sêyemîn bû ku di Rojhilata Navîn de ya herî mezin bû.
DI DEMEKE NÊZ DE ÇETEYÊN XETERNEK WÊ TÊXIN GIRTÎGEHALI ŞEDADÊ
Ferhad Şamî, destpêkê behsa pêwîstiya vekirina girtîgeha Sîna`a kir û ev tişt got: “Li ser xeteriya çeteyên DAIŞ belav nebe û bi awayekî rihet xeteriya xwe li ser herêmê û cîhanê belav nekin pêwîstî hebû ku em çeteyan ne bi awayekî fizîkî, esas xeteriya wan têxin nav çar dîwaran de ku nehêlin jiyana gel têkeve nav metirsiyê de. Di şerê Baxozê de derdora 7 hezar çete hem li Baxoz hem jî derdora wê ketin destê şervanên QSD`ê de. Çeteyên di girtîgehê de çeteyên herî xeter in. Di rojên dawî de dema raya cîhanê îsyanên çeteyan di hundirê girtîgehê de bihîstin ketin nav metirsiyê. Li herêmên me girtîgehên amade ku em çeteyan veguhêzin wan tune bûn. girtîgeha Sînaa berê dibistan bû. Me neçarî ji vê alternatîfê sûd wergirt. Ev girtîgeh bi demkî bû ku pêwîstiya me bi zindaneke cûda hebû. Li ser vê esasê niha zindana Şedadê hat çêkirin ku wê di demeke nêz de têkeve xizmetê û ev çeteyên xeternek têkevin vê zindanê.”
`HELWESTÊN ME ÊDÎ BÊN GUHERTIN`
Li dijî bêhelwestiya hêzên navnetewî Ferhad Şamî, anî ziman ku êdî wê piştî vê demê şûnde helwestên wan jî bên guhertin û got: “Daxuyaniyên Koalîsyonê yên ku derdikevin de jî diyar dibe ku bar û berpirsyartiya zindanê diavêjin ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Ev ne hinceteke. Em bêhelwestiya hêzên navdewletî şermezar dikin. Ewqasî êrişeke mezin li ser zindanê hat kirin, ewqas çeteyên xeter xwestin birevin, me ewqas şehîd dan ku xeteriya çeteyan negihîje tu kesî lê bala xwe bidin van du rojên dawî de gelek hêz bê deng in. Helbet ev cihê gumanê ye. Hêzên Koalîsyonê di çarçoveya pêşkeşkirina hinek pêwîstiyên îstixbaratî, ji bo parastina zindanê pêwîstiyên madî re erkên xwe bi cîh anî lê esas ev ne çareserî ye, ev reva ji berpirsiyariyê ye. Di rojên pêşiya me de helbet helwestên zelal ji bo vê zindanê bê dayîn. Şert û mercên beriya êrişê û piştî êrişê helbet wê ne wekî hev bin û helwestekî me cûda li beramberî bêdengiya van hêzan wê hebe.”
`PLAN ZINDÎKIRINA DAIŞ BI ÎSTÎXBARATÎ Û NAVDEWLETÎ BÛ`
“Ev êrişa ku pêk hat ne êrişeke logal bû êrişekî stratejîk a DAIŞ`ê bû” bi van gotinan re Ferhad Şamî, êrişa heyî bi berfirehî wiha nirxand: “Em wekî şaneyên veşartî dest nagirin. Çawa ku dema DAIŞ nû derket êrişî zîndanên Mûsilê, Feloca kirin. Kesên herî tundraw yên El -Qayîde ji zindanan revandin û bi wan esas rêxistina xwe ava kirin. Niha ev êrişa li ser zindana Hesekê jî em di wê çarçoveyê de dinirxînin. Di kêliyên destpêkê de berxwedanî, hişyariya hêzên me çênebûya wê 5 hezar çete ji zindanê reviyaba. Planlama gelekî berfireh bû, ne tenê ji bo revandina çend çeteyên girtî bûn.
Plan zindîkirina DAIŞ, bi îstîxbaratî û navdewletî bû. Her wiha çapemeniya dewleta Tirk û hikûmeta Şamê berdevkî ji çeteyên DAIŞ`ê re dikir. Em di rewşa destwerdanê de bi ser ketin û me nehişt çete li herêmê belav bibin û planalamaya xwe pêk bînin. Lê helbet ev nayê wateya ku alozî bi dawî bûye. Zêdetirî 100 êrişkar ji derve hatine û derbasî herêmê bûne. Ew jî wê di demên pêşiya me de bên ragihandin. Me zindan dorpêç kiriye û beşek mezin ji zindanê niha di bin kontrola me de ye. Di encam de çeteyên di hindûr û derve de wê sedî sed cardin têkevin pişt têlên zindanê. Yên neyên girtin jî wê werin kuştin. Çare tune ye yan werin kuştin an jî wê xwe teslîm bikin.”
`HER DU RÊBAZÊN REVÊ HATIN TÊK BIRIN`
Derbarê rewşa dawî ya li Zindana Sînaa û hewldanên revê de Ferhad Şamî, ev agahî dan: “Di zindanê de bi taybetî hinek odeyên bakurê zindanê de hîn alozî heye, taxa Zuhor jî hîn alozî heye. Mijara ku vê dereng dixîne ew e ku çete gel wekî mertalên zindî bi kar tîne. Naxwe hêzên me xwe li ser asta cîhanê jî xwe îspat kiriye, hêzên me ewqas tecrûbeyên wê hene ku dikarin li dijî wan şer bikin. Lê ji ber sivîl di nav mijarê de ne bi awayekî baldar tevgera hêzên me çêdibe.
Bi du şêwazên reve hebûn ku me kontrol dikir. Şêwazê yekem reva komî bû ku nêzî 500 çete hewl dan xwe li derî bidin û birevin. Lê di roja destpêkê de ev hat bêbandorkirin. Di roja duyem de 150 çete hewl dan birevin. Ev hewldana wan jî hat şikandin. 89 çeteyên ku xwe li ser dîwarê zindanê de avêtin hatin girtin. Ev revên komî hatin têkbirin. Tiştê esas ew e ku planlamaya DAIŞ hat şikandin.”
`HER ÇIQAS BIREVIN HELBET WÊ BÊN GIRTIN`
Derbarê nûçeyên tekildarî reva çeteyên DAIŞ ji zindanê de hatine belavkirin Ferhad Şamî anî ziman ku heya niha lêkolînên wan li ser vê mijarê berdewam dikin û got: “Ji ber hîn rewşa aloz berdewam dike em nikarin van agahiyan teqez bikin lê em lêkolîn dikin û demên pêş de em ê teqez bikin. Derdora zindanê çembera yekemîn a ewlekariyê heye, piştî wê çembera duyemîn heye û li pişt wê çembera sêyemîn heye. Çeteyên ku direvin her çiqas birevin helbet di bin çavdêriya hêzên me de ne û bên girtin.”
`EV ÊRIŞ BI AWAYEKÎ KORDÎNELÎ BI HEV RE PÊK HAT`
Hemwextiya êrişên li ser Zindana Sînaa de êrişên dewleta Tirk a dagirker li Til Temir, Şengal, Eyn Îsa pêk hatin. Vê tevgera her du dagirkeran Ferhad Şamî encama lihevkirina planê pênase kir û got: “Dema êrişên li zindanê çêbûn çeteyan xwe di aliyê Til Temir de kom dikir. Planamaya wan bi vî rengî bû; Hesekê bê girtin, li pişt çiyayê Kezwana xetek bê vekirin, xeta Til Temir bibe wek korîdorekî ku çeteyên dewleta Tirk li pişt Hesekê bizîvirin û dewleta Tirk bibêje wa ye ne hêzên me, DAIŞ herêm girtiye. Ev êriş bi awayekî kordînelî bi hev re pêk hat.”
Di salvegera 7`mîn a Xweseriya Demokratîk a herêmê û her wiha 4`mîn salvegera êrişên li ser Efrînê de ev êrişa li Hesekê pêk hat. Her wiha piştî çend rojên din salvegera 7`mîn a rizgarkirina Kobanê ye. Derbarê hedefgirtina van rojan de Ferhad Şamî, got: “Kesê ku ji binkeftina DAIŞ a li Kobanê aciz bû dewleta Tirk a dagirker bû. Niha cardin dixwaze tolê ji vê mijarê hilîne.”
`BOMBEYÊN DEMKÎ NE KU KENGÎ BITEQIN NE DIYAR E`
Ferhad Şamî, destnîşan kir ku ev plana hatiye kirin a sêyemîn bû ku di Rojhilata Navîn de ya herî mezin bû û got: “Dewlet ji vê planê ditirsin û têkiliyan bi me re çêdikin ku pirsa rewşa heyî dikin. Ev zindan bombeyên demkî ne ku kengî biteqin ne diyar e. Hinek hêzên navdewletî bi awayekî kesperest nêzî vê mijarê bûn. Dosyaya DAIŞ ne mijarekî ferdî ye ne mijarekî tenê girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Gel û hêzên me pêşengtiya tunekirina vê hêza ku xeteriyek mezin li ser cîhanê dike kir.”
`TEROR DAGIRKERIYÊ DINEPEXÎNE, DAGIRKERÎ TERORÊ DINEPIXÎNE`
“Armanca xurtkirina êrişên demên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li zindana Sînaa de derket holê” bi van gotinan Ferhad Şamî bal kişand ser êrişên dagirkeran. Ferhad Şamî, armanca dagikeran li ser hêzên wan got: “ Heya ji dewleta Tirk a dagirker hat xwest hêzên me mijûl bike, bala hêzên me ji şerê terorê bibe îro jî di van çend rojan de demeke ku em şerê DAIŞ li derdora zindanê de dikin, li Eyn Îsa komkujî pêk anîn. Ev hemû bi hev girêdayî ye. Teror dagirkeriyê dinepexîne, dagirkerî terorê dinepixîne. Îspata wê jî ji şerê 2011`an heya niha ye.”
`DIVÊ DADGEHEKE NAVNETEWÎ LI HERÊMÊ BÊ ÇÊKIRIN`
Ferhad Şamî, diyar kir ku ev pirsgirêka DAIŞ encex bi dadgehkirinê bê çareserkirin û got: “Dosya DAIŞ`ê yek perçe ye û di nav wê de beşê zindan, kamp, hucreyên razayî, îstixbarat û fînans heye. Ev ji bo DAIŞ bê tunekirin çavkaniyên esasî ne. Xeteriyên li ser zindana heye li ser kampên çete û malbatên çeteyan tê de ne jî hene. Mijara DAIŞ ne tenê ewlekarî ye her wiha mijarekî qanûnî, siyasî, îdeolojî ye. Çavkanî û îdeolojiya DAIŞ divê bê zûwakirin. Çavkaniyê esasî DAIŞ ji herêmên dagirkirî sûd werdigre. Ji ber wê divê dadgehek navnetewî li herêmê çêbibe ku ev çete bên darizandin û mijar bê çareserkirin.”
Herî dawî Ferhad Şamî, banga baldariyê li gelê herêmê kir û got: “Li dijî van tevgeran divê gelên me baldar be ku kesên ku hatin êrişî zindanê kirin ji nav gel de hatin.”
ANHA