NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha li taxa Xiwêran a Hesekê ragihand. QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û YÊN DAIŞ’Ê HEMWEXTÎ HEV DEST PÊ KIRIN’
“Ji hêla raya giştî ve baş tê zanîn ku êriş û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên me bi dijwarî berdewam dikin. Wekî tê zanîn beriya niha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li Kobanê 6 ciwanên me şehîd xistibûn. Piştre jî êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê yên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hêzên me li hember van êrişan berxwedaneke bibandor meşand û him gelê me him jî gund û bajarên me li hember van êrişên dagirkeriyê parastin. Di demekê de ku hêzên me di eniyên herêmên dagirkirî de di nava berxwedanê de ne, çeteyên DAIŞ`ê êrişeke berfireh li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê pêk anî. Ev girtîgeh, girtîgeha herî mezin a herêmê ye ku çeteyên DAIŞ’ê tê de têne girtin. Ev girtîgeh ne tenê ji bo herêmên me ji bo ewlekariya hemû cîhanê girtîgeha herî xeternak e.
‘ÇETEYÊN DAIŞ’Ê ZÊDETIRÎ 6 MEHAN AMADEKARIYA ÊRIŞÊ KIRIYE’
Li gorî îtirafên hinek çeteyên êrişkar ku hatine girtin, tê gotin ku di van êrişan de herî kêm 200 çeteyên xwekuj cih girtiye û hinek ji van çeteyan ji Serêkaniyê û Til Ebyadê û hinek ji wan jî ji milê Iraqê hatine û van çeteyan xwe di taxa Xiwêran de bi cih kiriye. Piştî amadekariyên 6 mehan, di roja 20’ê Çileyê de, saet derdora 19:30’an, bi seyareyên bombebarkirî êrişa ser girtîgehê pêk anîn. Bi êrişan re çeteyên di girtîgehê de jî êrişî karmendên girtîgehê yên wekî tenduristî, xwarinpêj û ewlekariyê kiriye û hewldana revê kirine. Der barê aqûbeta van karmendên me de hîn jî agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Hewldana çeteyan ya revê bi piranî bê encam hat hiştin, lê belê hinek çeteyan karîbûn ku xwe bigihînin avahiya Fakûlteya Îqtîsadê ya li kêlaka girtîgehê. Lê belê hêzên me derdora girtîgehê û herêm xistin bin kontrolê. Lê esas şerê dijwar bi şaneyên ku ji derve de êriş dikirin, pêk hat. Him li taxa Xiwêran a Şerqî him li taxa Heyî Zuxûr û him jî li Qada Panaroma pevçûnên dijwar çêbûn û heta niha piraniya van şaneyên êrişkar hatine tesfiyekirin. Careke din li taxa Xiwêran hin stargehên wan ên veşartî û çekên giran ên wekî doçka jî hatine desteserkirin.
‘175 ÇETE HATIN KUŞTIN’
Di encamê de girtîgeh niha di bin kontrola hêzên me de ye û tedbîrên pêwîst hatine girtin û hewldanên wan ên revê ji binî ve têk çûne. Ji aliyê din ve niha hêzên me kar dikin da ku di hundirê girtîgehê de jî kontrolê çêkin. Şerê me li hember çeteyên DAİŞ ên xwekuj ku êrişî girtîgehê kirin dewam dike. Di şerê van 2-3 rojan de zêdetirî 150 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin û bi hêzên me re ketin pevçûnê, hatine kuştin. Bi giştî 175 çeteyên êrîşkar hatine kuştin.
‘DI ÊRIŞAN DE 27 ŞERVANÊN ME ŞEHÎD KETIN’
Di şerê van 3 rojan de 27 şervanên me jî bi qehremanî şehîd ketin. Niha rewş ketiye bin kontrolê û me dest bi operasyoneke berfireh ya paqijiyê kiriye, anku bi tevlêkirina 10 hezar şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemleyeke dijber a paqijkirina DAIŞ’ê em didin destpêkirin. Li hember şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî û hewldanên wan ên tevliheviyê operasyoneke berfireh li herêmên Hesekê, Reqa û Dêrezorê wê were destpêkirin.
Di van 3 rojan de hêzên me yên QSD’ê, her wiha hêzên Asayîşê û HPC’ê qehremanî û zîrektiyeke mezin nîşan dan. Her wiha di vê operasyonê de hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî bi hêzên me re bi awayekî çalak û hemahengiyê cih girtine.
Her wiha gelê me yê Xiwêran û yê Hesekê jî alîkariyeke mezin bi me re kir. Li ser vê yekê em spasiya gelê xwe dikin, lê belê hinek şaneyên DAIŞ’ê yên êrişkar ku hîna hêzên me li dû wan in û dixwazin bê bandor bikin, hene. Ji bo vê yekê daxwaza me ew e ku di serî de gelê me yê Hesekê û hemû hemwelatiyên me, bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar. Hêzên me niha pir bi baldarî tev digerin ji bo ku zerar negihêje sivîlan. Ji ber ku çete xwe di nav sivîlên Xiwêran de vedişêrin û em bi baldarî û bi sebir tev digerin da ku zerar negihêje sivîlan, mal û canê wan.
Me wek QSD çawa ku bi biryardarî û fedakariyeke mezin li hember DAIŞ’ê şerekî mezin meşand û qaşo dewleta wê ya mezûm têk bir, him herêmên xwe û him jî cîhan ji bela wê rizgar kir, em di heman biryar û îradê de ne ku bermahiyên DAIŞ’ê yên mayî jî têk bibin. Em ê nîhayîyen anku bi şiklekî mayînde cîhanê ji vê belayê rizgar bikin. Biryarbûna me ev e û bersiva me li ser vê êrişa DAIŞ’ê dê di vê çarçoveyê de be. Lê em pêwîst dibînin ku hinek agahiyên din jî bi raya giştî re parve bikin.
‘TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ DAIŞ’Ê DÊ BERDEWAM BIKE’
Li gorî îfadeyên hinek ji van DAIŞ’iyên ku hatine girtin, berpirsyarên wan li hêla Tirkiyê û li hêla herêmên dagirkirî yên wekî Serêkaniyê ne û dixwazin ber bi hêla wan ve birevin. Qismek jê jî ji hêla Ramadî ya Iraqê hatine û ev balkêş e ku di vê demê de ku hêzên me bi DAIŞ’ê re mijûl dibûn, li xeta Eyn Îsa hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî baregeh û mewziyên hêzên me kirin û bûn sebeba şehadeta 3 şervanên me, lê li dijî vê êrişa wan berxwedaneke tund çêbû û ew êrişa wan hat şikandin. Her weha di xeta Til Temirê û Ebû Rasên de jî kombûn û êrişên wan hene. Hemwextî van êrişan û êrişa DAIŞ’ê ya bi hev re, manîdar e. Lê belê wek hêzên QSD’ê, me heta niha çawa ku herêmên xwe û gelê xwe bi fedakariyeke mezin li hember hemû rengên êrişan parastine, ji vir û şûn de jî em ê biparêzin.”