NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana ku di bin 58 rojan de xwe domandiye, berxwedaneke ku xwe weke berdewamiya dîroka berxwedaniya gelê kurd pênase dike ye. Geleke ku di bin 72 balafiran de li berxwe daye. Di 20’ê Çileya 2018’an de dema ku hêzên Rûsyayê ji Efrînê ber bi Til Refetê ve çûn û îşaretên kesk nîşan dan, êrîşa dewleta dagirker a Tirk li ser Efrînê dest pê kir û yekemîn berxwedana nûjen dest pê kir. Di destpêkê de bajar ji aliyê hewayî ve êrîş kir, di êrîşên xwe de jî cudahî nedixwest navbera sivîl û leşkeran ve bi hemû hêza xwe ya hov êrîş kirin. Piştî wê jî ev êrîş bi awayekî faşîst vegerî bû dagirkerî, êdî piştî dîroka 18’ê Adarê dest bi talankirin, destdirêjiya ser nirx û berhemên mirovahiyê, kuştin, revandin û gelek tiştên din kir.
Di heman demê de, di şerê ku li Rojavayên Kurdistanê rû didin de hertim yekbûna gelan ya ji her çar perçeyan xwe dide pêş. Di êrîşên DAÎŞ’ê hem yên li ser Kobanê ku tê de hatî şikadin û hem jî di şerê Efrînê de hêz û îradeya civaka kurd xwe derxist holê.
Gelê Efrînê xwe spartina hêza xwe ya hundirîn,û di nava şertên zor û zehmet de dest bi têkoşîn û berxwedanê ve kirin. Berxwedaniya ku di 58 rojan de xwe didomandiye di pêşengtiya jinên ciwan, jin-dayîk de bi pêşket.