HESEKÊ – Pevçûnên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li girtîgehê dest pê kirin, dewam dikin. Ligel ku qada girtîgehê bi temamî hatiye kontrolkirin jî, li beşekî girtîgehê pevçûn berdewam dikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di eniya herî pêş a van pevçûnan de cih digire. Heta niha di şer û pevçûnên diqewimin de ciwan nahêlin çeteyên DAIŞ’ê bêhna xwe bigirin.
Di şerên ku heta niha berdewam dikin de endamên Ciwanên Şoreşger zêdetirî 10 çeteyên DAIŞ’ê girtin û radestî Asayîşê kirin.
Berxwedana ciwanan a li eniyên şer didome..