HELEB – Di dîroka 25.12.2021’an de li bajarê Kobanê balafirên bêmirov yên biçek a dewleta Tirk a dagirker li Kobanê êriş pêkanîbû, di encamê êrîşê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û jê 3 endamên Yekîtiya Jinên Ciwan şehîd bûn.
Îro jî li Helebê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve ji bo bîranîn û tolhildana van şehîdan ciwan û jinên ciwan ve çalakî hatin li darxistin. Çalakiya jinên ciwan bi pêşkêşkirina şanoyekê li ser planên dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna komkujiyê ve destpêkirin, û bi meşeke girseyî bi dawî kirin.
Di dawiyê de bi siloganên Bijî Serok Apo, Şehîd Namirin, Bimire Faşîzm û Bimire Îxanet helwesta xwe nîşan dan.