NAVENDA NÛÇEYAN – Mihemed Ehmedê 26 salî yê li nav erdê nêzî sînorê Kobanê dixebitî, ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin.
Li gorî ANHA’yê Li gundê Kor Elî yê li rojavayê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh welatiyê bi navê Mihemed Ehmed ê 26 salî ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin. Cenazeyê bavê 4 zarokan Ehmed îro hat wergirtin.
Li gorî şêniyên gundê Kor Elî, ji ber sekvanan duh nekarîne cenaze wergirin.