HESEKÊ – Li Hesekê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ewlekariya bajêr tê girtin. Bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re çeteyên DAIŞ’ê li bajar belav bûn û li dijî sivîlan dest komkujîyan kirin.
Ji qonaxên êrîşan ewil ên li dijî girtîgehê ciwanan cihê xwe di refên herî pêş de girtin. Piştî ku girtîgeh ket di bin kontrolê Ciwanên Şoreşger dest bi ewlekariya bajêr girtinê kir.
Me wek Ajansa Nûçe Ciwan nêrînê Parêzvanên bajar, ciwanên Hesekê girt.
Navê min Xanîm. Ez Rêveberiya Ciwanên Şoreşger ya Hesekê de cîh digrim. Li girtîgeha Xwêranê de serkeşên DAİŞ’ê îsyan kirin û xwestin ku car din xwe bi çek bikin û welatê me dagir bikin. Wek Ciwanên Şoreşger me jî di roja yekemin de cihên xwe xeta şer de girt. 4 rojên serî de em şer de bûn.
Niha jî em tax û kolanên bajar diparêzin. Em hacizên xwe çê dikin. Ew dixwazin car din xwe kom bikin û rojên reş paş ve bînin. Lê wek ciwanan emê destur nedin vê. Em niha li salihiyê diparêzin. Çend çete jî me girtin. Hinek biçek bûn hinek jî bê çek bûn. Xwestin din ava taxan de xwe veşêrin. Wek ciwanan emê destur nedin vê yeke. Heta ku yek dijmin li ser axa me nemine emê têbikoşin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê malbatên şehîdan re dixwazin. Birîndaran re jî şîfa dixwazin.