STENBOL – Ciwanên Welatparêz ku ji bo bersivdayîna êrîşên li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê zêde bûne, bi vê re girêdayi berxwedana Gerîlayên Azadiyê ya li dijî artêşa Tirk a faşîst, li gelek bajaran çalakiyên xwe berdewam kirin. Ciwanên Welatparêz li hember van erîşan li Sariyera Stenbolê pankart daliqandin.
Di pankarta ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, bi nivîsa “Bijî Rêber Apo û Artêşa Têknare HPG” bal kişand.
Ciwanên Welatparêz di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê berxwedana xwe û çalakiyên xwe yên ên li hemberî van êrîşan bidomînin.