NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmarek din ji çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî hêzên wan kirine.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê ku beşdarî şerê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran bûne, neçarî xweradestkirinê kirin. Li ser vî bingehî hêzên me operasyonên serdegirtinê li hundirê qawûşên girtîgehê li dar xistin, û di emcamê de beriya kêmî saetekê hejmarek din ji çeteyan xwe radestî hêzên me kirin.
Hêzên me ew çeteyên ku xwe rasdest kirine, birin cihekî ewle.”