“Em di şexsê hevrêya xwe Awaz Efrîn de hemû şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin û bo mîsogerkirina welatê azad û mezinkirina şoreşa Rojava em ê soza ku me daye şehîdên xwe, pêk bînin.
Çeteyên DAIŞ’ê ku bi salan e bi armanca sazkirina dewleta îslamî êrişî jin û gelan dikin, di 20’ê meha Çileyê de careke din li taxa Xiwêran a Hesekê xwest êriş bikin û konê tarîtiyê vedin. Bê guman ji amadekarî heya pêkanîna van êrişan, dewleta Tirk a dagirker çawa ku berê ev çete fînanse kirin, îro jî di her alî de bi alîkariya dewleta Tirk çeteyên DAIŞ êriş kir. Bê guman dîroka vê êrişê, dîroka dagirkirina Efrînê û salvegera avakirina Rêveberiya Xweser rasthatineke ne ji rêzê ye, ev dîrok bi zanebûn hatine hilbijartin. Lê belê hêzên YPJ’ê çawa ku ji derketina çeteyên DAIŞ heya pêngavên tunekirina wan pêşengiya serkeftinê kirin û ev çete bê bandor kirin, li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jî li hember êrişên çeteyan têkoşîneke mezin raber kir da ku êrişê têk bibin.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka navneteweyî ku heya niha ji aliyê dewletên berpirsyar ve hatiye paşguhkirin û xwedî li welatiyên xwe derneketin û di çareserkirina vê pirsgirêkê de Neteweyên Yekbûyî nebû xwedî helwesteke şênber. Neteweyên Yekbûyî bi taybet jî di pirsgirêka Eşbal El-Xilafe de ku hejmara wan 700 kesî derbas dike, divê berpirsyariya xwe tê de bibîne.
‘XETERE JI HOLÊ RANEBÛYE’
Her wiha di rastiya metirsiya ji nû ve zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê de ku her çendî me bi desteserkirina girtîgehê û çeteyên tê de niha karibû pêşiya komkujiyên cîhanî bigirin, lê ev nayê wê wateyê ku xetere ji holê rabû û berpirsyariya vê pirsgirêkê li ser milê hemû aliyên pêwendîdar e.
7 rojan hêzên me, QSD û Koalîsyona Navneteweyî bi hevbeşiyekê têkoşîneke mezin raber kir. Ruxmî ku çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrişî sivîlan kir û şaneyên wan bi zorê di malên gel de xwe bi cih kir û gel ji xwe re kirin mertal lê hêzên me bi plansazî û şiyarî ev pêngav bi rê ve bir. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de me careke din plansaziyên wan têk birin, di encamê de bêyî ku gelê sivîl zirarê bibine, ev operasyon bi encam bû.
‘AWAZ EFRÎN BÛ ŞOPDARA ARÎN MÎRKAN Û AVESTA XABÛR’
Ji avakirina YPJ’ê heya roja îro têkoşîna wê çarçoveya mîsogerkirina ewlekariya jin, gel û welat bû, weke her carê bi sekneke pêşeng û rihekî fedaî di Pêngava Gurzê Gelan de cihê xwe girt û li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê bi fedakarî û fedaîtî erkê xwe bi cih anî ku girtîgeha çeteyan kete bin kontrolê. Di Pêngava Gurzê Gelan de yek ji lehengên YPJ’ê hevrê Awaz Efrîn gihaşte mertebeya şehadetê. Bi rihekî berpirsyar û wêrekiyeke mezin erkê xwe bi cih anî. Çawa li Kobanê Arîn Mirkan, li Efrînê Avesta Xabûr bi rihê xwe yê fedaî mohra xwe li şoreşê xist, li bajarê Hesekê jî hevrêya me Awaz Efrîn wek şopdara şehîdên nemir bi berxwedanî şer kir. Her wiha gelek hevrêyên me di vê pêngavê de bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji bo hemû mirovahiyê şer kir û şehîd bûn.
Em wek Yekîneyên Parastina Jin di şexsê van pêşengê xwe yê leheng de soz didin çawa ku armanca wan azadiya gel û welat bû em ê jî şopdarên wan bin. Her kêlî em ê di nava amadekariyên mezin de bin weke mertalên parastina nirxên vê şoreşê û destkeftiyên wê û çavekî şiyar li ser ewlekariya gelê xwe bin. Wek hêzên YPJ’ê em dibêjin di serkeftina vê pêngavê de hişyarî, fedakarî û alîkariya gelê taxa Xiwêran, Neşwa, Zihur û bi giştî gelê Hesekê bi hêzên me re mezin bû û ji ber vê alîkariya gel em spasiya xwe dikin. Dîsa em Hêzên Parastina Cewherî a Jinan ku di vê pêngavê de roleke mezin lîst û ji hêzên Asayîşa Jin ku bi fedakariyeke mezin erkê xwe bi cih anîn, spasiya xwe dikin. Vê jî diyar kir ku jin (dayik, keç, şervan) ewlekariya şoreş, ax, gel û hizûrê ne.”