NAVENDA NÛÇEYAN – Serdegirtin ji navenda Amedê hate kirin. Li navçeya Baglarê Sîlan Kartal di serdegirtinê de hate destgîrkirin. Di dema serdegirtinê de alavên li malê hatin belavkirin û hin wêne hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan, polîsan heqaret li şêniyan kirine. Sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin.
Li navçeya Hawêl a Sêrtê jî Yûsûf Genç hate destgîrkirin û ew birin Amedê.
Li Êlihê jî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Vedat Ozer û Vedat Guler hatin destgîrkirin û herdu ciwan birin Amedê.