NAVENDA NÛÇEYAN – Îro 29’ê Çileyê heştemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Efrînê ye. Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser a Efrînê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û daxwaza gelan bo guhertinê û redkirina her tiştê ku dûrî berjewendiyên wan e, rewşa Sûriyê veguherî şerê desthilatdariyê û dabeşkirina berjewendiyan di navbera welatên herêmî û navneteweyî de ku dûrî berjewendiya civakê û guhertina demokratîk a avaker, her wiha israra rejîma Sûriyê li ser nêzîkatiya xwe ya ewlekarî, redkirina guhertinê û paşxistina gavên ber bi çareseriya Sûriyê ve.
Di encamê de, pêkhateyên Rojava yên Kurd, Ereb û Suryan biryar da ku ji şerê xwînê dûr bikevin û xeta sêyemîn bi nûnertiya neteweya demokratîk û biratiya gelan û xeta azadiya jinan hilbijart.
Ji ber ku Rêveberiya Xweser hizra civakî ya nerm ku li gorî cewherê civakî ye û ji ber ku civak bê rêveberî nikare berdewam bike, Rêveberiya Xweser di 29.01.2014’an de li Efrînê hate ragihandin û tê de karî perensîbên azadî, edaleta demokratîk û pêşxistina binesaziyê pêk bîne.
Zîhniyeta dewleta Tirk a ku mîrateya dîroka Osmaniyan e û bêçariya wê ya ji rûxandina DAIŞ’ê ku hêviya zindîkirina Mîsaqî Millî tê de dît, bi binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî û li gel bêdengiya navneteweyî û bikaranîna komên çekdar û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di şerê li dijî Efrînê de ku gelê wê berxwedaneke dîrokî meşand û zarokên wê destanên qehremanî wekî Barîn, Avesta, Eylem nivîsandine, Efrîn dagir kirin.
Piştî koçkirina bi darê zorê ber bi herêmên Şehbayê ve, Rêveberiya Xweser bi saya hevgirtina şêniyên Efrîn û Şehbayê bi hemû pêkhate û mezhebên xwe ve têkoşîn û berxwedana xwe domand.
Tişta ku li girtîgeha Sînaa ya Xiwêran a Hesekê qewimî, mînaka herî baş a fobiya Tirkiyê û dijminatiya wê ya li dijî aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Bi boneya heştemîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li kantona Efrînê, em soza xwe ya li hember şehîdan û israra xwe ya bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê bi gel re heta rizgarkirina Efrînê warê zeytûn û aştiyê û herêmên din ên Şehbayê, nû dikin.”