HESEKÊ – Li Hesekê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ewlekariya bajêr tê girtin. Bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re çeteyên DAIŞ’ê li bajar belav bûn û li dijî sivîlan dest komkujîyan kirin.
Ji qonaxên êrîşan ewil ên li dijî girtîgehê ciwanan cihê xwe di refên herî pêş de girtin. Piştî ku girtîgeh ket di bin kontrolê Ciwanên Şoreşger dest bi ewlekariya bajêr girtinê kir.
Ciwanên Şoreşger her roj li ber navenda Ciwanan ya Hesekê kom dibin û ji bo ewlehiya bajar li kolan û taxan devriye davêjin.
Dîsa Ciwan bi komî diçin serdanên konê sersaxiyê en ku Di operasyona Gurzê Gelan de şehîd bûne.
Ciwanan diyar kir ku ji bo ewlekariya bajar û şerê li dijÎ DAIŞ’ê çi bikeve li ser milê wan ew amade ne.