QAMIŞLO – Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di dîroka 20’ê Çileyê de êrîşî zîndana Xiwêran a ku li kantona Hesekê dimîne kirin, gel bi tev şervanên xwe ve hemû kolanên xwe parastin û hîn jî diparêzin. Bi taybet hêza jin xwe derxist asta herî pêş. Di heman demê de parastina kolan û welat tenê di Hesekê de nemaye.
Tevgera Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Qamişlo, ji bo piştgirî dayîna berxwedana Hesekê ew jî di kolanan de cihê xwe digrin. Jinên ciwan ên Qamişloyê cihê xwe li kêleka şervanên YPJ’ê digrin û parastina Kolanên xwe dikin.
Her wiha Endamên tevgera Yekîtiya Jinên Ciwan jiyan û Arîn Mihemed ve wiha anîn ziman;
Em pir kêfxweşin ji ber em li kêleka hêzên QSD û YPJ’ê ve disekinin, her wiha bal kişand ku parastina welatê xwe erka hemû jin û ciwanan e, her dawî jî bang li tevahî jinên ciwan kirin ku derkevin parastina kolanan bikin.
Nobeta ku jinên ciwan dabûn destpêkirin ji demjimêra 7:30 destpêkir û heya demjimêra 10:00 berdewam kir.