KOBANÊ – Yekitiya Jinên Ciwan li Kobanê li dijî tecawuz û qetilkirina zaroka 5 salî ya bi navê Yesmîn Hentawî daxuyaniyek dan. Jinên Ciwan diyar kirin ku Felsefeya Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata navîn buye hêvî. Paradîgmaya civaka exlaqî û polîtîk li dijî tarîtiyê ye.
Jinên ciwan diyar kirin ku hêzên tarî di şexsê Yesmîna biçuk de êrîşê paradîgmaya exlaqî û polîtîk kirine.
Bi tevahiya daxuyaniya jinên ciwan wiha ye:
Bi pêşketina şoreşa Rojava li rojhilata navîn û li giştî cîhanê de mirovatî derketinek mezin ava kir. Li dijî sîstema sermayedar û dagirker derketina şoreşa Rojava ji giştî cîhanê de bû hêviyek. Pirojeya Rêber Apo ya civaka exlaqî polîtîk bingeha şoreşa Rojava ye. Civak exlaqî û polîtîk xwedî redfelên exlaqî. Sistema sermeyedar rojane li ser civaka me êrîşên bê exlaqî pêktîne. Bi taybet piştî derketina şoreşê hêzên tarî wek çeteyên daîş û mîtên tirk îmzê xwe davêjin kiryarên hov û wehşane. Kiryarên wan hêzên tarî xwîna mirov dicemidîne. Tiştên herî qirêj û hov ku nayê bîra mirov pêk tînin.
Beriya çend rojan boyera zaroka pênc salî ya bi navê yesmîn hentawî bi destê wan hêzên tarî hatiye pêk anîn . Qetilkirina zaroka pênc salî ya Yesmîn Hentawî ne bûyerekî ji rêzê ye. Qetilkirina Yesmîn Hentawî bi destê wan hêzên xwin xar hatiye kirin. Armanca qetil kirina Yesmîn Hentawî têk birina exlaq û wîjdana civakê ye.
Ew êrîşa ku li hesekê bi destê daişê pêk hat parçeyek ji vî qirkirinêye. Hêzên tarî û wehiş êrîşên xweyî qirkirinê li her deverekî bi şêwaz û rêbazên cuda pêk tîne. Pêwîste gelê me û ciwanê me li hember wan pilanan her tim hêşyarbin. Bûyerên vî rengî hertim li pişt wan hêzên tarî veşartine.
Em wek jinên ciwanên şoreşê di serî de wan hêzên ku destê wan di vî bûyerê de ye lenet dikin. Em van hêzên tarî bad nas dikin û wan wehşa di nav xwe pak bikin. Em wek ciwan paqijkirina wan hova erkê we sereke dizanin. Tu hêz nikare şoreşa mirovatî têk bibe û paşda bide. Şoreşa me şoreşa pêşda çuyinêye. Li ser vê esasî em bang li ciwanên şoreşê dikin ku li hember wan kiryaran bê deng nemînin. Werin em bi hevre li hember hovîtîya dewleta tirk û çeteyên daiş tekoşîna xwe mezin bikin.
Bimre faşîzma dewleta tirk
Bimre hovîtîya DAIŞ
Bijî berxwedana gelê ķurd
Bijî rêber APO