ŞEHBA – Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şervana YPJ’ê Nesrîn Ehmed (Awaz Urmiyê) ya 22’yê Çileyê di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrizê ve çûn.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz girtin. Endamê rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa axivî, sersaxî ji malbata şehîd û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û got, şehîd Awaz û hevalên wê bûn sembola têkoşîn û berxwedanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê.
Mistefa got, êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran ji berî 7 mehan ve ji aliyê gelek aliyan ve, di serî de dewleta Tirk a dagirker hatibû plankirin, armanc jê têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava ye.
Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê bi vê plane hewl dan çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zindî bike û hikumeta Şamê pê re hevkar e.
Fewzî Mistefa got: “Berxwedan û cesareta hêzên me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ev plan wê têk biçin.”
Di merasîmê de, hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo anî ziman ku êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaayê ne tesaduf e û wiha domand: “Dewleta Tirk bi vê planê dixwaze nameyeke ji şêniyan re bişîne û bêje ku hovîtî û terora wê berdewam e.”
Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de got: “Careke din jinên efrînî teqez dikin ku ew pêşenga şoreşê ne. Berxwedana şehîd Awaz ku da ser şopa Avesta, Barîn û Arînê nîşaneya vê yekê ye.”
Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Silêman nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Cenazeyê şehîd bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate veşartin.