NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan li Rojava de li dijî her cure dagirkeriyê li berxwe didin.
Demên dawî de dewleta faşîst ya Tirk taybet balafirên bê mirov ve li Rojavayê Kurdistanê êrişê gel û ciwanan dike.
Li hember vê bertekên ciwanan di asta herî jor de didome.
Herî dawî artêşa Tirkû Rûsan xwestin ku li Kobanê dewriye bavêjin. Li gundên rojavayê Kobanê de li dijî dewriya Rus û Tirkan ciwanên Kobanê bertek nîşan dan.
Dewriya ku rastê hêrsa ciwanan hat mecbur ma ku dewriyê nîv de biqedîne.
Ciwanên herêmê diyar kirin ku ewên li dijî her cur dagirkeriyê tekoşîneke xurt bimeşînin.